PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku hevdîtin û gotûbêjên wan ên ligel hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser reşnivîsa peymana nû ya hinardekirina petrolê bi rêya xetên boriyan berdewam dike.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî eşkere kir ku hikûmet û wezareta wan girîngiyeke pir zêde û sîstematîk didin nûkirina vê peymana hinardekirina petrolê ya di ser axa Tirkiyeyê re û da zanîn ku di vê mijara krîtîk de hevdîtinên her du aliyan digihîjin asteke nû û erênî daku pêşî li her cûre alozî an xitimandina fînansî bê girtin.
Hêjayî gotinê ye, peymana niha ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de di Tîrmeha 2026an de bidawî dibe û herdu alî jî hewl didin peymanê nû bikin.