PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di serdana xwe ya Tirkiyê de, rayedarên Tirk ji Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey xwestine, Amerîka alîkarî û piştgiriya xwe ya bo YPG/HSDê bi temamî qut bike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di hevdîtina Jeffrey û Cîgirê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yunus Emre Karaosmanoglu de, hevdîtin li ser rewşa Idlibê û mijarên ewlekariyên yên herêmî hatiye kirin.
Herwihna mijara alîkariya Amerîka bo YPG/HSDê jî hatiye rojevê û rayedarê Tirk ji Jeffrey xwestiye, alîkariya leşkerî jî tê de pêwîste Amerîka piştgiriya xwe ya bo YPGê bi temamî bidawî werîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin