PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerî ku ji 20 maşîneyan pêk tê, derbasî Idlibê kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh artêşa Tirk 20 wesayîtên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.
SOHRê da zanîn, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî yên dewleta Tirkiyê derbasî herêmê kirine gihîştiye 8 hezar û 380an.
Li gorî SOHRê 11 hezar û 500 leşkerên Tirk jî heta niha derbasî Idlib û gundewarê Helebê bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin