Tirkiyê karwanekî din ê leskerî sand Idlibê

Tirkiyê karwanekî din ê leskerî sand Idlibê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê karwanekî din ê leşkerî şande parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûriyê.

Li gor çavkaniyên herêmî, şeva borî karwanekî serbazî ya artêşa Tirkiyê di deriyê Kefer Losîn a li bakurê Idlibê re derbasî nav xaka Sûriyê bûye. Li gor heman çavkaniyên herêmî, karwana artêşa Tirkiyê ji hejmarek wesayîtên zirxî û leşkeran pêk hatiye.

Çavkaniyên herêmî û çalakvanên parêzgehê ku dîmenên vîdeoyî yên karwanê leşkerî yê Tirkiyê weşandine, didin zanîn ku ew hêz li ser xalên artêşa Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê tên dabeşkirin.

Ji dema destpêkirina êrîşa Idlibê ve û tevî agirbesta ragihandî ya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de, Tirkiye bi berdewamî hêzên zêdetir dişîne nav xaka Sûriyê û hejmara xalên serbazî yên Tirkiyê li navçeyê gihiştiye zêdetirî 50 xalan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin