PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê li ser babeta Idlibê ku niha bo her kesî meydana cengê ye,peyamek belav kir. Wezaret di peyama xwe de weha got:
“Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên der û dora Idlibê hatie bidestxistin; 51 kesên rejîmê hatine kuştin,1 tank, 1 binkeya balafirsawar û depoyeka muhîmmatan hatine îmhakirin. Tankekî jî ketiye destê me.”
Kremlîn berê beyankiribû ku Tirkiye soza xwe ya di derbarê rêxistinên di bin kontrola xwe de bicîh neaniye û Cephetunusra di lîsta terorê ya dinyayê de ye û Tirkiyepiştgiriya wan dike.Lewra Rûsya duhî bo halê Idlibê endûşeya xwe anîbû ziman.
Serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan jî ragihand ku hêzên Sûriyê bela xwe dîne lê ev ne bese û wê hêjî êrîşên xwe dewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin