PeyamaKurd- Zanîngeha Tirkiyê ya bi navê “Harran Üniversitesi” xwe amade dike ku li Sûriyê li bajarê navçeya Babê zanîngehê veke. Navçeya Babê di bin qontrola Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê de ye.
Zanîngeh dixwaze şeş beşên cuda veke û di van beşan de perwerdehiyê bike. Perwerdehî jî wê bi zimanê Tirkî, Erebî û Îngîlîzî be.
Serokê Zanîngeha Herranê Ramazan Taşlan got ku beşên zanîngehê wê bi piranî li ser endezyariyê bin û xwendevan wê du salan li Babê bixwînin, û du salên dawî jî wê li Tirkiyê bixwînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin