Tirkiye plan dike heya sala 2035an bi 200 milyar dolarî veberhênana enerjiyê bike

Tirkiye plan dike heya sala 2035an bi 200 milyar dolarî veberhênana enerjiyê bike

PeyamaKurd – Rapora enerjiyê ya ji aliyê ofîsa veberhênan û fînansê ya serokkomariya Tirkiyê û şîrketa şêwrimendiya enerjiyê ya APLUSê, bi hevkarî rapora di bi navê ‘Rapora sektora enerjiyê ya 2026an’ amade kirin û belav kirin.

Li gor raporê; heya sala 2035an wê Tirkiye ji bo amadekirina bingeha elektrîfîkasyonê û di seha enerjiya bayê, rojê û enerjiya nuklerî de, li dora 200 milyar dolarî veberhênanê bike.

Li gor planên wezareta enerjiyê ya Tirkiyê; wê hilberîna enerejiya Tirkiyê ya bayê û rojê, wê heya 2035an bigihînin 120 gigavatê û ji bo bigihên vê hedefê jî, divê her sal kapasîta xwe 8-9 gigavat zêde bikin. Ji bo Tirkiye bigihê vê hedefa xwe jî, pêdiviya fînansê bi 200 milyar dolarî heye.

Di nav vê rêjeyê de, 80 milyar dolar ji bo nûhkirina şebekê, belavkirina enerjiyê û avahiyên bingehîn heye. Ji bo temîna fînansê jî pêdivî bi veberhênerên navdewletî heye û Tirkiye vê derfetê dide biyaniyan.

Di raporê de, li ser 7 sehayên teknolojyê radiwestin ku ew jî ba, tav, depokirina bataryan, hidroelektrik, jeotermal, biyokutle û hidrojena kesk, hene. Di raporê de yek bi yek li ser van mijaran radiwestin.