Tirkiye : Rapirsiya hilbijartinên heremî bo Stembolê

Tirkiye : Rapirsiya hilbijartinên heremî bo Stembolê

PeyamaKurd - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya Optîmarê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li pêşiya hemû rikeberên xwe ye.

Optîmarê ragihand ku meha borî li Stenbolê bi beşdariya 5 hezar kesan li ser hilbijartinên xwecihî rapirsiyek kirine.

Li gorî encamên rapirsiyê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu her pênc rikeberên xwe yên ji AK Partiyê li paş xwe dihêle û bi ser dikeve.

Li gorî nivîsa rojnameger Îsmaîl Saymaz a ku rojnameya Sozcuyê de parve kiriye, navên 5 kesên ku tê texmînkirin AK Partî wan bike berbijêr û Ekrem Îmamoglu cuda cuda ji beşdaran hatin pirsîn

Îmamoglu û Fahrettîn Koca

Li gorî vê rapirsiyê, di senaryoya ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca û Îmamoglu tên hemberî hev de Îmamoglu ji sedî 46,3 yên dengan û Koca ji sedî 34,9ê denga werdigire.

Rêjeya kesên ku dibêjin em deng nadin her duyan jî ji sedî 18,8 e.

Îmamoglu û Murat Kurum

Di senaryoya duyem de Îmamoglu û Wezîrê berê yê Jîngeh, Bajarvanî û Avhewayê Murat Kurum tên pêşberî hev.

Li gorî vê rapirsiyê Îmamoglu ji sedî 48,8ê dengan, Kurum ji sedî 30,2yê dengan werdigire.

Rêjeya kesên ku dibêjin em deng nadin her duyan jî ji sedî 20,9 e.

Îmamoglu li pêşiya her sê kesên din e jî

Encamên din ên rapirsiya Optîmarê jî bi vî rengî ne:

- Ekrem Îmamoglu ji sedî 51, Wezîrê berê yê Karên Navxwe Suleyman Soylu ji sedî 28,5.

Rêjeya kesên ku dibêjin em deng nadin her duyan jî ji sedî 20,6 e.

- Ekrem Îmamoglu ji sedî 50,3, Serokê Şaredariya Esenlerê Tevfîk Goksu ji sedî 26,5.

Rêjeya kesên ku dibêjin em deng nadin her duyan jî ji sedî 23,1 e.

- Ekrem Îmamoglu ji sedî 49,9, Wezîrê berê yê Gihandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglu ji sedî 23,3.

Rêjeya kesên ku dibêjin em deng nadin her duyan jî ji sedî 26,8 e.

Encamên rapirsiyê derxist holê ku li gorî ji sedî 42,6ê xelkê Stenbolê Îmamoglu “serkeftî” ye û li gorî ji sedî 34,4ê xelkê bajêr jî “neserkeftî” ye.

Li aliyê din, li gorî ji sedî 23ê yê beşdaran jî serkeftina Îmamoglu “navîn” e.

Di rapirsiyê de pirsa “Eger Îmamoglu bibe berbijêr hûn dê dengê xwe bidinê” hat kirin.

Ji sedî 45,5ê beşdaran got “Erê” û ji sedî 41,8ê wan jî got “Na”.

Herwiha rêjeya kesên bêbiryar ji sedî 12,7 e.

Hêjayî gotinê ye ku biryar e hilbijartinên herêmî yên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê di 31ê Adar a 2024an de bên kirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin