PeyamaKurd – wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li ser hevdîtina cara duyê bi Sûriyê re dê kengê hevdîtin çêbibe daxwuyanî da. Çavuşoğlu li ser pirsa rojnamevanan îşareta hevdîtina duyem ji bo piştî 15 ê meha çile nîşan da.
Hevdîtina yekem ji aliyê wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, serokê MİT ê Hakan Fidan û wezîrê Sûriyê Ali Mehmûd Abbas û bi tevlîbûna wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re li Moskovayê kiribûn.
Ji bo hevdîtina duyem jî Çavuşoğlu îro bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê re di rêya telefonê de axaftinekî kiriye û piştî pîrozbahiya serê salê Lavrov ji bo hevdîtina bi Sûriyê re behsa piştî 15 ê kanûnê kiriye. Çavuşoğlu jî roja navborî qebûl kiriye. Çavuşoğlu ragihand ku dibe hevdîtin li welatekî sêyem be û ne li Moskovayê be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin