Tirkiye û Esed li ser ‘Rêkeftina Edenê’ danûstandinê dikin

Tirkiye û Esed li ser ‘Rêkeftina Edenê’ danûstandinê dikin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku bi navbeynkariya Rûsyayê şandeke Tirkiyê li ser mijara Rêkeftina Edenê û avakirina herêma ewle li Moskowê bi şanda rejîma Sûriyê re dê hevdîtinekê pêk bîne.

Li gor nûçeya malpera Geiroon ku dispêre berpirsekî Wezareta Derve ya Tirkiyê şanda ji berpirsên ewlehiya Tirkiyê pêk tê niha li Rûsyayê ye û dê bi navbeynkariya Moskowê bi şanda hikûmeta Sûriyê ya Beşar Esed re li ser Rêkftina Edenê û herêma ewle bicive.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip  Erdogan çend roj berê ragihandibû ku danûstandina wan di asta jêrîn ango di asta rêxistinên îstixbarî de bi rejîma Sûriyê re heye û hevdîtinan ligel wan dikin.

Hêjayî gotinê ye, piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê û hewlên avakirina herêma ewle bi hêzên ji derveyî Tirkiyê yên hevpeymaniya navdewletî, lêgerîna Tirkiyê ji bo operasyonên ser herêmên Kurdî û Rojhilatê Firatê li Sûriyê, zêde bûne ku bi hevkariya Rûsya û rejîma Sûriyê dixwaze van hewlên xwe bi ser bixe.

Cara yekemîn Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevdîtina 23yê Çileyê 2019an a ligel Serokomarê Tirkiyê Erdogan de, Rêkeftina Edenê ya sala 1998an anî rojevê û ji bo gefên Tirkiyê yên operasyona ser Rojava û Rojhilatê Firatê lihevkirina bi Esed re destnîşan kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin