Tirkiye û Kibris peyamana gaza xwezayî îmza kirin

Tirkiye û Kibris peyamana gaza xwezayî îmza kirin

PeyamaKurd – Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz ragihand ku wê di navbera Tirkiye û Kibrisê de, di bin deryayê de xeta borûya gaza xwezayî bê danîn û niha dest bi xebatê kirine.

Tirkiye û Kibris di navbera xwe de zebta lihevkirinê îmza kirin. Ji Tirkiyê Cevdet Yılmaz û serokwezîrê Kibrisê yê beşa Tirka Ünal Üstel, di merasima îmzakirina zebta navbera her dû welatan de axifîn.

Yılmaz ragihand ku pêdiviya Kibrisê di seha enerjiyê de bi destekê heye û di sehayê de ji bo xeta gaza xwezayî zebta lihevkirinê îmza kirine.