PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku ew qanûna cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê Parlamentoya Îsraîlê ve hatiye derxistin û sepandina wê li ser Filistîniyan jî pêşbînî dike, şermezar dike.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê îro derbarê qanûna cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ve hatiye derxistin de daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya ku qanûna cezayê darvekirinê ya ku ji aliyê Parlamentoya Îsraîlê ve hatiye derxistin û sepandina wê li ser Filistîniyan jî pêşbînî dike, van tiştan dihewîne:
"Ev rêzikname ku armanc dike rejîma apartheidê ya hêza dagirker a Îsraîlê li dijî Filistîniyan bêtir dijwar bike, xuyangek nû ya polîtîkayên înkar, tunekirin û darvekirinên siyasî yên ku li dijî gelê Filistînî têne meşandin e, û neqanûnî û bêqîmet e."
Daxuyaniyê bang li civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY), kir ku li dijî gavên "nijadperest û neqanûnî" yên Îsraîlê tedbîran bigirin.