PeyamaKurd – Ofîsa Berhemên Axê (TMO) bihayê kiloya bindeqên bi qalik ji bo dewra 2026-2027an ragihand. Ji bo bindeqên bajarê Giresunê serê kîloyê 255 lira û ji bo lavantê jî serê kîloyê 250 lîrayê Tirkiyê ragihand.
Ji bo zêdebûna her 1 randimanekî di kalîta bindeqên Giresûnê de, dê 5,1 lîra û bindeqên di kalîta an ku wesfê levantê de ne 5 lîra bihayê kîloyê zêde bide.
Kirîna bindeqên bi qalik wê di 24ê Tebaxê de destpêbike û hilberînerên bindeqan ji 17ê Tebaxê û pê de ji bo kargehên TMOyê dê karibin di ser “randevu.tmo.gov.tr” an di ser e-Devletê randewû (wext) bistîne.
Wezareta çandiniyê û daristanê ragihand ku bi dayîna van bihayên bindeqan armanc ew e ku hilberîner karibin bindqên xwe depo bikin, pêdiviyên fînansê bi dest bixin û arîşeyên xwe yên di bazarkirinê de çareser bikin.
Bihayê bindeqan li gor randiman an saxlemiya bindeqan ya nav qalikan li gor %50 hatiye tesbîtkirin û li gor wê bihayê bindeqan kêm an zêde dibe.