PeyamaKurd – Li Diyarbekirê, hinek kesên nenas êrîşî avahiya TV AMED kirin.
Radyo û televizyona Amed, bi zimanê Kurdî û Tirkî weşanê dike û kanalek lokal a Diyarbekirê ye. Piştî êrîşê heta demekê, weşana wan rawesta. Êrîş şeva din di saet 23.30î de pêk hat, weşan qasî 8 saeta qut bû.
Xwediyê TV Amed Ferat Memedoglu li ser êrîşê diyar kir: ‘‘Em hîn nizanin kê ev êrîş kiriye. Me asayîş agahdar kiriye û ew jî lêkolînê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin