Serperistyarê berê yê Îdareya Germiyanê Selah Kiwêxa wefat kir

Serperistyarê berê yê Îdareya Germiyanê Selah Kiwêxa wefat kir

PeyamaKurd Ji ber vîrusa Koronayê, Serperiştyarê berê yê Îdareya Germiyanê Selah Kiwêxa, wefat kir.

Serperiştyarê berê yî Îdareya Germiyanê Selah Kiwêxe ji ber bi vîrûsa Koronayê ketibû, nêzîkî mehekê ye li nexweşxaneyên Silêmaniyê di bin çavdêriya bijîşkî de bû.

Selah Kiwêxa sala di 1953an de li gundê Baneborê yê ser bi bajarê Xaneqînê ve ji hatibû dinyê û ji destpêka salên heyştê yên sedsala borî ve bûbû Pêşmerge.

Di sala 2010an de wek Serperiştyarê Îdareya Germiyanê hat destnîşankirin û heta meha Tîrmeha 2020an di wê postê de ma. Îro danê sibê jî ji ber vîrusa Koronayê wefat kir.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin