Tom Barrack bang li Şamê kir: Xebatên wêrek bidomîne

Tom Barrack bang li Şamê kir: Xebatên wêrek bidomîne

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyê Tom Barrack, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê derbarê rewşa dawî ya Sûriyê û têkiliyên herêmî de daxuyaniyek belav kir.

Barrack di peyama xwe de bal kişand ser hevkariya stratejîk a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) de û destnîşan kir ku ev hevkarî ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke krîtîk e.

‘Dîplomasiyê biparêzin, li ser lihevkirinê berdewam bikin’

Tom Barrack derbarê vegera Sûriyê ya bo nav têkiliyên herêmî de nirxandina "beşeke diyarker" kir û wiha got: "Hevkariya DYA û Îmaratê di her warî de ji bo Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke krîtîk e. Vegera wêrek a Sûriyê ya bo herêmê bû beşeke diyarker û ev yek hêjayî parastinê ye. Em bang li Şamê dikin ku hemû mîsyonên dîplomatîk biparêze û xebatên wêrek ên ji bo lihevkirinê berdewam bike."