PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Wezîran a Iraqê Hesen Nazim derbarê yasaya budçeyê ya 2021ê de daxuyanî da.
Nazim ragihand ku wê civîneke taybet li ser pêşniyar qanûna budçeya 2021ê bê lidarxistin û got, “Wê budçeya sala 2021ê pirsgirêkên navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bike.”
Berdevkê hikûmeta Iraqê herwiha diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê yasaya deynkirinê pesend kiriye û ew dê di vê çarçoveyê de bigihîn rêkeftinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin