PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di resepsiyona serokên peralementoyan ya sêyem de ku mijara wê “Di Herêmê de Têkoşîna li Dijî Terorê” ye, li Koşka Dolmabahçe axifî û agahiyan da. Erdoğan di axaftina xwe de weha got:
“Navoka xwe em xwe bixe dibirin û nema em bi baş de gav bavêjin. Ew ‘herêma ewle’ ku me bi nav kiriye, wê heya başûrê wê herin û herêmê terk bikin. Arîşeyên ku em dijîn ne qedera erdnîgariya me ye. Rawestandina vê meşê di destê me de ye.”
Erdoğan got ku hedefa wan ne perçekirina axa Sûriyê û Iraqê ye. Ji dostên xwe desteka operasyonê dixwazin. Bê ewlekarî aştî nabe, bê aştî geşepêdan çênabe, geşepêdan nebe hûzûr û aramî nabe, eger hûzûr û aramî nebe, civak nikare bi ewle li dahatûya xwe binêre. Erdoğan dawiyê weha got:
“Kî çi bêje bila bibêje, em ji gava xwe danagerin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin