PeyamaKurd- Rêjeya mirina 4 salên dawî ya li Yemenê ji aliyê komîserê bilind yê Mafên Mirovan ya Neteweyên Hevgirtî Michelle Bachelet de hat ragihandin. Di nav 4 salan de 7 hezar û 500 kes mirine ku 2 hezar ji wan zarok in.
Komîserê bilind yê Mafên mirovan yê NH Michelle Bachelet di celseya 42 êmîn ya Mafên Mirovan ya NH de, di axaftina ku kir de got; ji 26 ê adara 2015an heya 5 ê êlûna 2019an li Yemenê 7 hezar û 508 kes mirine ku hezar û 997 kes ji wan zarok in. Her roj jimara miriyan zêdetir dibe û mirina herî zêde bi sedema êrîşên hêzên koalîsyona Ereb e.
Bachelet ragihand ku hefteya borî di êrîşên koalîsyonê de li bajarê Dhamarê di êrîşa ser dibistanekî de 109 kes mirine û 50 kes zêde birîndar bûn e. Di êrîşên Hûsiyan de gelek kesên sîvîl mirine û her dû alî nahêlin ku alîkariya mirovî bi temamî bigihê xelkê sîvîl. Êrîşê rojanemvanan û hêzên ewlekariyê dikin û gelek kesan bê ûsûl digrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin