Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd daxuyaniyek li ser bûyerên li Basûr da

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd daxuyaniyek li ser bûyerên li Basûr da

PeyamaKurd – Di derbarê pêşhatên dawî yên li Başûrê Kurdistanê de, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd daxuyaniyek belav kir û diyar kir: ‘‘Em xwepêşandanan wek mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê dibînin. Lê nabe ku ev mafê rewa ya xelkê, ji qaliba aşîtiyane û demokratîk bê derxistin û tund û tûjî bê bikaranîn.’’

Daxuyaniya Federasyonê wiha ye:

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û HÊVÎYEK BO SERBIXWEYÎ

Xwepêşandinên vê dawiyê û bikaranîna mafên xwepêşandinê li Başûrê Kurdistanê, me nîgeran dike. Xwepêşandan, eger bi ewayek yasayî pêk bê, wek li welatên pêşketî ji bikaranîna hemû cure tund û tûjiyê dûr be, mafekî demokratîk yê hemwelati ye ku daxwazên xwe bi aşîtiyane bigîhînin mercên elaqeder.

Ew ên ku di van rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê rû dide, li bajarê Suleymaniyê erîş birin ser dem û dezgehên Hikumetê, şehîdkirina Pêşmerge, polîs û esfserên ku bergirî li xelkê Kurdistanê dikin, talankirina mulkên ofîsên partiyan, mixabin ji rengê xwepêşandinên aşîtiya derketiye û qalibek tund û tûj girtiye. Ev yeka zerar dide xwepêşanderan bi xwe û bi bikaranîna tund û tûjîyê maf nayên bi dest xistin.

Îro, Başûrê Kurdistanê di rewşek gelek dijwar de derbas dibe. Çavê dijmin li pêşketina Herema Kurdistanê bar nabe. Planên dijmin, bajarê Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanê ku ne di nav îdareya Herema Kurdistanê de ye, bi erebkirin, şewitandin û talankirina mal û mulk û malên gundiyan e.

Hikumeta Bexdayê, bi mebestên provakatîf, naxwaze beşa budçeya Herêma Kurdistanê binêre.

Lewra, divê Kurd gelek hestiyar bin, Divê hemû Kurd yekgirtî bin, bi yekgirtinê bergirî li xeterên ku îro Hikumeta Herêma Kurdistanê rûbirûye, bigrin.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, xwepêşandanan wek mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê dibîne. Lê nabe ku ev mafê rewa ya xelkê ji qaliba aşîtiyane û demokratîk bê derxistin û tund û tûjî bê bikaranîn.

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd, daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike ku li dijî hemû cure xeter û ajawegîriyê, bi yek dengî mala Kurd û destketiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin.

10-12-2020

FKKS-Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin