Iraq dixwaze xwepêsandanên Besrayê bidawî bîne

Iraq dixwaze xwepêsandanên Besrayê bidawî bîne

PeyamaKurd - Sedr daxwazê dike ku, hemu gotûbêjen ji bo pêkanîna hikûmetê bên rawestandin û hewl ji bo cîbicî kirina xwestekên xwepêşanderan bên dan.

Serokê Hevpeymaniya Saîrun Muqteda Sedr, liser Twitterê daxwaz ji hêzên siyasî yên serkeftî yên hilbijartinan kir ku, tevayiya gotûbêj û hewlên xwe ji bo pêkanîna hevpeymaniya bo pêkanîna hikûmeta bê, rawestînin.

Sedr daxwaz kir, ku ji aliyê hikûmetê ve nexşerêyek bê dirust kirin û bi pêwendiya di navbeyna xwepêşanderan de, bicîhkirina xwestekên xwepêşanderan bê pêkanîn.

Ev di demekê da ye ku, zêdetirî dû mehan e hilbijartinên Parlamanî yên Iraqê hatine encam dan û heya niha jî encamên dawiyê nehatine pejirandin û Heyam a 4em a Parlamento jî neciviya ye û Iraq di valahiyeke yasayî de derbas dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin