Serê Yûnanistanê bi koçberan re ket belayê

Serê Yûnanistanê bi koçberan re ket belayê

PeyamaKurd- Dewleta Yûnansitanê bi sedema arîşeya koçberan Konseya Wezîrên Derve yên Yekîtiya Awrûpayê dawetî civînê kir. Wezîrê karên derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias bi rêya telefonê bi nûnerê Bilind yê Pêwendiyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê yê Yekîtiya Awrûpayê bi Josef Borrell re axifî.

Dendias, di axaftina telefonê de agahiyan da Borrell û xwest bilez civîna konseya wezîrên karên derve çêbibe. Dendias her weha bi sefîrê Amerîkayê yê Atinayê Geoffrey Pyatt re hevdîtinekî kir. Bi rêya têlê bi Awûstûrya, Bûlgaristan, Makedonya ya Bakûr re axifî.

Niha bi sedema Tirkiye dibêje ew hew dikare koçberan xwedî bike û Awrûpa jî destekê nade Tirkiyê, Tirkiye, koçberên ku ji berîka xwe xwedî dike û hemûyan şand Awrûpayê û wê îşev jimar bigihê 30 hezarî. Koçberên ku di peyde werin, wê wan jî serbest berde da herin deriyên Awrûpayê û Awrûpa wê bi Tirkiyê re an lihev bike an jî wê ev koç weha dewam bike.

Bi van kiryaran Tirkiyê dixwaze ku Yekîtiya Awrûpayê pêre bikeve nav têkiliyan û bo mijara Sûriyê çareseriyê bibine û hem gelek welatên nedamên YA yê endamên NATO yê ne û Tirkiyê daxwaz dike ku NATO ji wan re bo şerê Sûriyuê bibe destek.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin