Trudeau: Me teknolojiya xwe nedaye Azerbeycanê lê çawa dibe bikartînin!

Trudeau: Me teknolojiya xwe nedaye Azerbeycanê lê çawa dibe bikartînin!

PeyamaKurd – Serokwezîrê dewleta Kanadayê Justin Trudeau teknolojiya sîlihên şer ya ku li Kanadayê tê hilberîn, nedane Azerbeycanê lê çawa dibe ku ji aliyê Azerbeycanê de li Qertebaxê têbikaranîn.  Trudeau got ku wê di vê mijarê de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Serokwezîr Trudeau ragihand ku balafirên bê mirov yên ku ji aliyê Azerbeycanê de li Qerebaxê tên bikaranîn, sîstema wan ya dîtinê û keşfa hedefê ji aliyê şîrketa Kanadayê L3Harris de tên hilberîn û di mijarê de nûçeyên ku derketine, wê li ser wan lêpirsînê bidin meşandin.

Li ser mijarê, serokê Komîta Netewî ya Ermenî ya li Kanadayê Sevag Belian bo televîzyona CTV yê ragihandibû ku ‘dikarin delîlên teknolojiya ku artêşa Azerbeycanê li Qerebaxê dikare hedefên leşkerî û yên sîvîl tesbît bike û li hedefan bixe, delîlên ku Azerbeycan teknolojiya Kanadayê bikartîne, di medya Azerbeycanê û ya Tirkiyê de bibînin’, li ser vê beyanê serokwezîrê Kanadayê got ku dê lêpirsînê bidin destpêkirin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di rojnameyekî de weha beyan kiribû:

“Sîstema dîtinê ya ku L3Harris Wescam ê, bi sedema agahiyên ku Azerbeycan di şerê leşkerî yê Qerebaxê de bikartîne, divê welatên Rojavayî car din li ser firotina sîlihan bo Tirkiyê, di ber çav de derbas bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin