PeyamaKurd - Li 2 gundên Efrînê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi armanca pereyan, 18 kes revandin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên koma Polîsa Leşkerî, roja 5 û 6ê vê mehê girtin ser gundê Qêsim ê li navçeya Raco û bi armanca pereyan bistînin, 9 kes revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Hesen Dîko, Ekmel Henan Ehmed, Henan Şêx Birîm, Şemsedîn Mistefa Mecîd, Ehmed Qadir Sîdo, Xelîl Bekir Bilal, Beta Dîko, Mihemed Şaban Dîko, Mesûd Husên Dîko.
Herwiha rêxistinê diyar kir, piştî çekdaran hezar Lîreyên Tirkî ji her kesekî stendin, ew berdan.
Rêxistinê destnîşan kir, berî demekê jî çekdaran 6 kes ji wî gundî revandibûn, piştî ku pere ji 2 kesan stendin, ew berdan. Heta niha çarenivîsa 4 kesên din jî ne diyar e ku di nava wan de jinek jî heye.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporeke din de jî belav kir, çekdarên Polîsa Leşkerî do 7ê mehê girtin ser gundê Mîrka yê li navçeya Mabeta de û 9 kesên din revandin. Li hember berdana wan jî daxwaza pereyan kirin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Semîr Dawûd, Faroq Mistefa, Henan Hec Hesen, Şêxo Hesen, Faroq Hemalîko, Mistefa Mihmûd, Zuhêr Deyan Ebdî, Mihemed Xalid Ebdo.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, bi hezaran Kurdên Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatine revandin. Çalakvanên Efrînê dibêjin, sedema revandina welatiyan û ferzkirin û standina pereyan ji wan, bi armanca wê yekê ye, ta ku kurdên Efrînê neçar bibin û koçber bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin