PeyamaKurd - Hunermendê kurd ê navdar ku bi eslê xwe ji rojhilatê Kurdistanê, Şehram Nazerî ragihand ku ew dê konsêrtekê bide û dahata wê jî ji xelkên ku ji ber lehiyê r zirar dîtine re terxan bike.
Şehram Nazeriyê ku ji bajarê Kirmaşanê yê rojhilatê Kurdistanê ye û li Îranê weke ‘Şovaliyeyê Awazê yê Îranê’ dihê binavkirin, piştî ku lehiyên bihara îsal li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûne sebeb ku gelek qurbanî çêbidin û bû sedema zirarên gelek mezin, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê konsêrtekê bide.
Nazirî dibêje, dahata wê konsêrtê dê ji bo xelkên mexdûr ên parêzgehên Loristan, Xûzistan û Gulistanê be, ku di lehiyên wê dawiyê de zirarên herî zêde dîtine.
Bi gotina Nazirî, dahata wê konsêrtê dê biçe ser hesabeke bankî ku di kontrola wî bixwe de ye. Konsêrta Nazirî dê bi alîkariya Zanîngeha Pîşeyî ya Şerîf a Tehranê û piştî 14 rojên din bihê sazkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin