Serokê Fransayê Macron, di xwarina CRIFê ya ku sîwana rêxistina yahûdiya ye, ya bi navê CRIFê de axifî. Macron behsa têkiliyên navbera Fransa û Îsraîlê kir:
“Em bi Netenyahû re di mijara pêşdeçûnên Rojhilata Navîn, bi taybetî di mijara tehdîda Îranê ya li Sûriyê, Lubnan û Iraqê bi hevre dixebitin. Di vê mijarê de tewrê Fransayê zelal e. Tevî ku Fransa rêz li peymanên ku bi Îranê re îmze kiriye digre, divê di bernama balîstîk û desthilatdariya herêmê de li hember Îranê têkoşîn bê dayîn. Em bi hevkarên xwe Amerîka, Brîtanya û Almanya re vana dikin.”
Macron got ku asayiş û ewlekariya Îsraîlê bo wan li pêşe lê mijarên ku bi Netenyahû re li serê li hev nakin jî hene. Macron di dewama axaftina xwe de got ku Amerîka Qudsê weke payîtexta Îsraîlê ragihand lê ev birya şaş bû. Ev nebû alîkarê çareserkirina dijîtiyên navbera Îsraîlê û Fîlîstînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin