PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re axifî û mijarên pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn û li ser şerê Îranê rawestiyan.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; her dû lîder li ser îhtîmala firehbûna şer endîşeyên xwe parvekirin. Herdû lîder gotin ku divê civaka navdewletî nehêle ku çembera şer zêde berfireh bibe.
Ji bo di herêmê de milletên heyî car din bibin xwediyê ewlehiyê û aştiyê divê rêyên dîplomatîk vekirî bin û bên bikaranîn.
Têkiliyên di navcbera Kurdistabê û Fransayê de yên dîrokî û stratejîk mijareka dinê ya navbera her dû lîderan bû.
Barzanî bi sedema Fransa li herêmê desteka mirovî û leşkerî ya daîmî dide Kurdistanê û Iraqê sipasiya Macron kir.