Erdoğan û Aliyev di rêya telefonê de axifîn

Erdoğan û Aliyev di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Demekiye navbera Azerbeycan û Tirkiyê bi sedema sergirtina di dibistan û kargehên perwerda Azerbeycanê de ji ber qedexeye, Tirkiye nerazîbûna xwe diyar dike û li ser ku Tirkiye destê xwe dixe nav karên Azerbeycanê, navbera her dû welatan baş nîne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê Azerbeycanê İlham Aliyev re axifî û ew dawetî zîrwa 13em ya dewletên Tirkî ya ku dê li Ankara bibe, kir. Zîrwe di 29-30yê Cotmehê de ye.

Her dû lîder di rêya telefonê de li ser têkiliyên dualî û li ser pirsgirêkên herêmê axifîn.

Di wexta serokomariya Süleyman Demirel de ku Tansu Çiller serokwezîra bû, Tirkiye li bavê İlham Aliyev li Haydar Aliyev jî derbê kiribû û Haydar Aliyev Tirkiyê bi tundî rexne kiribû. Hetta derbê berteref kiribû. Demekî dirêj Tirkiye xwest Ebulfez Elçibey bike serokkomar lê bi ser neket.