Nêçîrvan Barzanî û von der Leyen di rêya telefonê de axifîn

Nêçîrvan Barzanî û von der Leyen di rêya telefonê de axifîn

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de bi seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen re axifî.

Di axaftina her dû lîderan de gengeşeya li herêmê, bandora şerî, îstîqrara Herêma Kurdistanê û Iraqê mijarên wan bûn. Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxwuyaniyekî da û got:

“Her dû teref biryarê dan ku li hemberê zahmetiyên hene hevkariya daîmî bikin û behsa girîngiya parastina aramiya herêmê û çareseriya pirsgirêkan di rêya diyalogê de kirin.”

Nêçîrvan Barzanî, bi sedema desteka YEyê ya di aramiya Kurdistanê û Iraqê de sipasiya YEyê kir. Barzanî di axaftina xwe de got ku Herêma Kurdistanê ne perçeyekî ji krîzê û dijberiya herêmêye û dewam kir:

“Wê Herêma Kurdistanê weka her carê bibe faktera hûzûr û îstîqrarê û dê dewam bike.”

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen jî ragihand ku Îstîqrar û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo YEyê gelek girîng e. Leyen got:

“Em Herêma Kurdistanê, di herêmê de hevkarekî girîng dibînin. Wê alîkarî û desteka me dewam bike.”

Li ser axaftinê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Ji bo em ber li şerekî firehtir bigrin û sîvîlan biparêzin, me pêdiviya xwe ya bi bi çareseriya siyasî ragihand. Hem min sipasiya YEyê kir ku daîma destekê dide Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Leyen jî di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku bi Nêçîrvan Barzanî re li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û Herêma Kendavê axifîne. Leyen weha dewam kir:

“Di roja me de, Herêma Kurdistanê hêzekiye ku bêhtir îstîqrarê diafirîne û rola wê bêhtir xwediyê girîngê ye. YE biryardare ku ji bo temîna ewlehiyê û ji bo xwe nûhkirinê û parastina destkeftiyan bi we re bixebite. Em ê desteka xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dewam bikin.”