PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî Xê de ragihand ku balyozê Ankara yê DYAyê û hem nûnerê taybet yê Trump yê ji Rojhilata Navîn berpirs Tom Barrack di rêya telefonê de lê geriyaye.
Tom Barrack ji bo Nêçîrvan Barzanî gotiye ku serokê DYAyê Donald Trump êrîşên ser Herêma Kurdistanê û êrîşa bi dronê ya ser xaniyê Nêçîrvan Barzanî yê Duhokê bi tundî şermezar kiriye.Barzanî got:
“Ez ji bo hevkariya serok Trump, daxwazên wî yên sersaxiyê yên ji bo malbatên şehîdan û desteka wî ya ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ku dewam dike, sipasiya serok Trump dikim.”