PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price da xuyakirin ku Washingtonê ji dema ku Sûriye rûbirûyê krîz û şer bûye heta niha13 milyar dolar alîkariya mirovî pêşkêş kiriye.
Ned Price di civîna heftane ya rojnamevanî de got, bi rêya balyoz Linda Thomas-Greenfieldê Amerîkayê di van çend rojên borî de 596 milyon dolar wek alîkariya mirovî bo rûbirûbûna krîza Sûriyê xerc kiriye.
Price da zanîn, ew alîkariya mirovî têra 13 milyon xelkê Sûriyê dike ku ji tirsa “girtin û tundûtûjiya nedadperwerane” ya Beşar Esed reviyane.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku Amerîka wek pêşeng di pêşkêşkirina alîkariya mirovî de bo xelkê Sûriyê dimîne û got, Washingtonê bi rêya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hewla nûkirina dema çûnûhatina deriyên sînor ji bo gihandina alîkariya mirovî ji xelkê Sûriyê re dide.
Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî rojên 29 û 30ê Adara îsal li Brukselê pêncemîn konferansa taybet bi Sûriyê ji bo komkirina alîkariyên mirovî lidarxistin ku di konferansê de 6 milyar û 400 milyon dolar ji bo xelkê Sûriyê hat berhevkirin.
Komîsyarê Yekîtiya Ewropayê ji bo Birêvebirina Kirîzan, Janez Lenarcic got, ku di konferansa îsal de 6 milyar û 400 milyon dolar hatine komkirin. Pêş lidarketina Konferansa Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, dihate gotin ku plana komkirina 10 milyar dolar heye, lê 6 milyar û 400 milyon dolar ji bo alîkariya xelkê Sûriyê hat komkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin