PeyamaKurd - Koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê ragihand hêzên Iraqî yên bi hêzên Sûrîyê re hevkarîyê dikin, 5 rêberên payabilind yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtine. Berdevkê Koalîsyonê Ryan Dillon diyar kir ku bi girtina 5 rêberan DAIŞê derbeyeke mezin xwariye.
Çekdarên DAIŞê piştî ku li Iraqê têk çûn, hewl didin ku li Sûrîyê nêzî sînorê Iraqê li ber xwe bidin. Koalîsyona bi pêşengîya Amerîkayê dijî DAIŞê piştgirîya hêzên Iraqê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike.
Donald Trump jî bi tweetekê da zanîn ku 5 çekdarên DAIŞê yên hatine girtin rêberên payabilind in, lê navên wan neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin