Trump: Careke dî me tehdîd neke, tê posman bibî!

Trump: Careke dî me tehdîd neke, tê posman bibî!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê li ser tehdîda Serokomarê Îranê Rûhanî, axivî û îfadeyên tund bi kar anîn. Trump got ku careke dî Amerîkayê tehdîd neke, naxwe tiştek wê were serê te ku di dîrokê de hatiye serê kêm insanan.

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî li Tahranê di civîna balyozan de axivîbû û li dijî Amerîkayê peyvên tund bi kar anîbûn. Rûhanî gotibû ku “bi Îranê re aşîtî, dayîka aşîtiyê ye; bi Îranê şer, dayîka şeran e.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê, bi sernavê “Ji Serokomarê Îranê re” mesajek weşand. Trump di mesaja xwe de wiha got: “Careke dî Amerîkayê tehdîd neke, naxwe tiştek wê were serê te ku di dîrokê de hatiye serê kêm insanan. Êdî li hember peyvên we yên tewş em nikarin tehemûl bikin. Hay ji xwe hebe!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin