Trump: Serkeftineke mezin çêbû, herêma ewle pêk hat, Kurd di ewlehiyê de ne

Trump: Serkeftineke mezin çêbû, herêma ewle pêk hat, Kurd di ewlehiyê de ne

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê ya doh û ya 17ê Cotmehê Amerîka-Tirkiye bi giştî wwekî serkeftineke mezin şîrove kir û got, herêma ewle hat çêkirin, Kurd di ewlehiyê de ne û bi me re karekî baş kirin.

Trump li ser medya civakî got, li ser sînorê Tirkiye / Suriye serkeftineke mezin çêbûye û Herêma Ewle hatiye pêkanîn.

Wî herwiha îdia kir ku Kurd di ewlehiyê de ne û bi wan re karekî gelekî baş kirine û got, "Girtiyên DAIŞê ketin bin ewlehiyê. Ezê li demijmêr 11:00 (Dema Washington) li Koşka Spî daxuyanî bidim. Spas dikim!"

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin