Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina bi Serokkomarê Îtalyayê Sergîo Mattarella re, li Qesra Spî daxuyanîyek da çapemenîyê. Trump, di civîna çapemenîyê de di derbarê Tirkîyê, Sûrîyê û PKK-YPG de axivî.
Donald Trump, anî zimên ku heger encamek ji serdana Mike Pence a Tirkîyê dernekeve, wê ambargoyên ku li ser Tirkîyê bên danîn Tirkîyê mehf bike û got: '' Biryara Erdogan ez matmayî nehiştim. Ji ber Erdogan ji zû de amadekarîya êrîşê dikir. Tirkîye û YPG demek dirêj e li ser sînorên Sûrîyê bi hev re şer dikin. Ez nizanim çima em sînorên welatekî ku ne dostê me ye diparêzin. Têkilîya Sûrîyê jî bi Kurdan re heye û ew jî ne melayîket in.''
Donald Trump, di dawîya axavtina xwe de behsa PKK û ÎŞÎDê jî kir û got: '' Li herêmê herkes ji ÎŞÎDê nefretê dikeRûsya, Îran, Sûrîye...Belkî kêmtir be jî Tirkîye. Evder herêma wan e. Em 7 hezar mîl dûrî wan e. PKK ji gelek alîyan ve û ji alî teror û xeterîya terorê ve dibe ku ji ÎŞÎDê xirabtir be. ''
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin