Trump dîroka dawîbûna şerê Îranê eşkere kir

Trump dîroka dawîbûna şerê Îranê eşkere kir

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump di dema çûyîna xwe ya ji Washingtonê ber bi Texasê de bersiva pirsên rojnamevànan da.

Trump eşkere kir ku şerê bi Îranê re dê di demeke nêz de bi dawî bibe. Trump hilbijartinên navberê yên Kongreyê wekî dem nîşan da û got, "Bi dîtina min, şer dê yekser piştî hilbijartinan bi dawî bibe, ji ber ku Îran nikare êdî bêhtir li ber xwe bide."

Trump her wiha îdia kir ku Îran dixwaze bandorê li hilbijartinên navberê yên li Amerîkayê bike, lê ti hûrgiliyên vê îdiayê parve nekir. Serokê Amerîkayê bal kişand ser Tengava Hurmizê jî û destnîşan kir ku Hêza Deryayî ya DYAyê xwediyê "serweriya tam" a li ser tengavê ye û her roj gelek tankerên petrolê ji wir derbas dibin.