PeyamaKurd - Serokê DYA'yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê aloziya bi Îranê re û bandora wê ya li ser bihayên petrolê de daxuyaniyek da.
Trump diyar kir ku piştî ku ew serkeftina şer bi dest bixin, dê bihayên petrolê bi awayekî berbiçav dakevin.
Trump anî ziman ku bihayên petrolê dê di qonaxa ewil de dakeve 3 dolarî û piştre jî dê bikeve bin 2 dolaran.
Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir ku ev pêvajo dê zû pêk were û Îran tu carî nikaribe bibe xwediyê çekên nûkleerî.