PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku serokekî nû yê DAIŞê heye û ew dizanin bê kî ye.
DAIŞê piştî kuştina serokê rêxistina terorîst Ebubekir el Bexdadî doh 31ê Cotmehê ragihandibû ku wekî serokê nû yê DAIŞê Ebû Îbrahîm el Haşimî el Qureyşî hatiye destnîşankirin.
Piştî rojekê bi ser vê ragihandina DAIŞê Trump got, "Serokekî nû yê DAIŞê heye û em dizanin bê kî ye.”
Lê nayê zanîn bê Trump bi vê daxuyaniya xwe ya ‘em dizanin serokê nû yê DAIŞê kî ye’ qesta kî dike.
27ê Cotmehê li nêzîkî sînorê Tirkiyê Bexdadî bi operasyoneke taybet hatibû kuştin û piştî rojekê jî HSDê ragihandibû ku bi hevkariya Pentagonê Berdevkê DAIŞê Hesen el Muhacirî jî hatiye kuştin ku wekî kesê duyem şûngirê Bexdadî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin