PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di zîrwa NATO de li Ankara bi serokê Sûriyê bi Ahmed Şara re civiya û got ku dê Sûriyê ji lîsta terorê derbixe. Trump got:
“Ez ê Sûriyê ji lîsta terorê derxim. Çima dernexim? Karên baş dike. Ez dibêjim divê em vêya bikin û ez ê bikim. Me jî karên baş kir û Şara jî karên baş dike.”
Trump ragihand ku Sûriye li Lubnanê di mijara Hîzbûllahê de dikare alîkariyê bike, di mijarê de pêşdeçûn hene û wê pêvajo bi ser bikeve.