PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump 2 roj mabû ku givaşên nû yên ser Rûsyayê bicîh werin, bi biryarnameyekî givaşan rawestand. Koşka Sipî di malpera xwe ya fermî de, weka sedem jî berjewendiyên DYAyê nîşan da.
Trump biryara givaşan di 18ê Êlûnê de dabû. Di biryarnamê de givaş li ser hukumet û şîrketên Rûsyayê bûn. Di ser de her kî ji Rûsyayê enerjiyê bikire wê tarîfeyên îlawe danîna ser wan welatan.