PeyamaKurd - Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hilbijartin qezenc kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê pîrozbahî lê kir.
Hat îdiakirin ku şêwirmendên asayîşa neteweyî yên Trump her çend hişyarî danê jî ewî bi ya xwe kiriye û Serokê Rûsyayê "pîroz kiriye".
Li gor îdiaya rojnameya Amerîkan Washington Postê der heqê axaftina Trump û Pûtîn de Trump guh nedaye hişyariyên şêwirmendên Koşka Spî.
Li gor îdiayê Trump ji bo ku Pûtîn "pîroz neke" şêwirmendên asayîşa neteweyî hişyarî daninê, lê Trump di axaftina xwe ya bi telefonê de Pûtîn "ji ber serkeftina wî ya hilbijartinê" pîroz kir.
- Ajanê Rûs ê ku hat jehrkirin nehat rojevê
Di heman nûçeyê da hat îdiakirin ku şêwirmendan di notên axaftina Trump de mijara "Ajanê Rûs ê berê ku li Brîtanyayê hat jehrkirin" hatiye nivîsandin, lê Trump ev mijar neaniye rojevê.
- Senator McCain bertek nîşanî Trump da
Ji kesên navdar ên Senatoya Amerîkayê û namzedê berê Komarparêz John McCain daxuyaniyeke nivîskî da û ji ber Trump, Pûtîn pîroz kir, Trump rexne kir.
McCain îdia kir ku bi telefona ku Trump ji Pûtîn re vekir, merivên ku di hilbijartinê da "mexdûr" bûn hatin piçûkxistin û wiha dewam kir: "Dîktator dema ku hilbijartinên sexte qezenc bikin û Serokekî Amerîkayê jî rabe wî pîroz bike, ew serok nikare pêşengiya dinyaya azad bike."
Ji aliyekî din ve Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders di brîfînga çapemeniyê ya rojane da gotibû ku di axaftina Trump-Pûtîn de mijara Sergey Skripalê ajanê Rûs ku li Brîtanyayê hat jehrkirin, nehat rojevê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin