PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser ku serokê dînî yê Îranê Ayetullah Hamaney ji çalakiyên li seranserê Îranê Amerîkayê û Îsraîlê berpirs digre, Trump bersiva Hamaney da.
Trump raste rast Hamaney xiste hedefa xwe û destnîşan kir ku li Îranê pêdivî bi serokatiyekî nûh heye. Trump got ku Hamaney ji şiddeta Îranê berpirse û ji ber xerabiya serokatiya Îranê, di dinyayê de welatekî herî xerabe ku mirov tê de bijî.
Trump bo Politicoyê daxwuyanî da û ji Hamaney re gotinên giran serf kir. Trump got:
“Hamaney mirovekî nexweşe (derûnî). Divê welatê xwe baş îdare bike û dest ji kuştina mirovan berde. Bi sedema xerabiya serpereştiya wî, Îran bûye welatekî herî xerab ku mirov tê de nejî. Hamaney berpirsê şiddetêye. Wekî lîderekî tişta ku tê de sûcdare, bi temamî diherifîne û di asta ku nehatiye dîtin de şiddetê bikartîne.”
Dibe van gotinênTrump, gengeşeya navbera her dû dewletan bilind bike lê ji xwe Îran di her tevgerekî rayedarên xwe de jî berpğirs Amerîka û Îsraîlê dibîne.