Trump hem pesnê Tirkiyê da û hem tehdîd kir

Trump hem pesnê Tirkiyê da û hem tehdîd kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser mijara operasyona “Kaniya Aştiyê” axifî. Trump di beyana xwe de got ku Tirkiye nûfûsa Kurdê Sûriyê ji ortê rake, wê aboriya Tirkiyê biherifîne ser hev. Trump pesnê Tirkiye jî da û got eger Tirkiye nebûya wê bi mîlyonan Sûriyeyî li dinyayê belav bibûna. Trump li Koşka Sipî weha got:

“Eger serokkomar Tayip Erdoğan bixebite da Kurda ji ortê hilîne, ez ê jî aboriya wan ji ortê hilînim. Min di mesela rahîb de vêya kir.”

Trump got ku bi salaye PKK û Tirkiye dijminên hevin. Demeka dirêje bi hevre têdikoşin. Tirk jî weka Amerîkayiyan naxwaze İŞİD î serbest bimînin. Trump hêvî kir ku Erdoğan rasyonel tevbigere.

Di axaftina xwe de Trump car din Obama xiste hedefa xwe û got ku xetayeka mezin bû Obama bi PKKê re Peyman girê da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin