Trump hin mueyîdeyên li dijî Tirkiyê eskere kirin

Trump hin mueyîdeyên li dijî Tirkiyê eskere kirin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de sizayên wî welatî yên li dijî Tirkiyê aşkere kiriye û ragihandiye, sê wezîrên hikûmeta Tirkiyê hatine sizadan ku yek ji wan Wezîrê Berevaniya Tirkiyê ye.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye gotin, ku fermana serokatiyê gihîştiye destê wan, ji bo ku sizayên li dijî Tirkiyê bêne sepandin û bêne cîbicîkirin.

AMERÎKA 3 WEZARETÊN TIRKIYÊ CIZA DIKE

Li gor daxuyaniyê, hersê wezîrên Berevanî, Navxwe û Enerjî yên Tirkiyê ji ber êrîşa wî welatî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve têne cizakirin.

 Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha dibêje, operasyona leşkerî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê metirsî li ser sivîlan çêkiriye û herwiha kampa navdewletî ya li dijî DAIŞê lawaz kiriye.

WASHINGTON JI BO OPERASYONÊ RAWESTÎNÊ DÊ ENQERE SIZADAN BIKE

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî daye Tirkiyê ku eger li ser operasyona xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam be, Washington dê sizayên zêdetir bi ser Enqerê de bisepîne û daxwaz dike, ku Tirkiye demildest operasyona xwe ya bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî şeva borî derengiya şevê di daxuyaniyê de aşkere kiribû, ku di demeke nêzîk de ew dê biryara sizadana çend berpirsên niha û berê yên Tirkiyê îmze bike û “siza dê wan kesan li xwe bigire ku alîkariya çalakiya neseqamgîr a Tirkiyê li Sûriyê didin.”

BACA POLAYÎ JI SEDÎ 50 HAT ZÊDEKIRIN Û RÊKEFTINA BAZRIGANÎ YA BIHAYÊ WÊ 100 MILYAR DOLAR HAT RAWESTANDIN

Trump herwiha diyar kir: “Em dê danûstandinên xwe yên li gel Tirkiyê yên derbarê rêkeftina xwe ya bazirganî ya bi bihayê 100 milyar dolarî li gel Tirkiyê rawestînin. Herwiha em dê baca ser pola jî sedî pêncî zêde bikin.”


Trump bi Mezlûm Kobanî re peywendiyeke telefonî encam da

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin