Trump hişyarî da: Em ê bi awayekî nehatiye dîtin li Îranê xin!

Trump hişyarî da: Em ê bi awayekî nehatiye dîtin li Îranê xin!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê wê di saetên pêş de dijwartir bibin.

Trump bi rojnamevanê muhafezekar Hugh Hewitt re axivî û diyar kir ku Îran wê îro û sibê bi êrîşên giran re rû bi rû bimîne û Amerîka wê operasyonên xwe yên li dijî hedefên leşkerî yên li Îranê bidomîne.

Trump bi taybetî behs kir ku tesîsên nukleerî yên li binê erdê hatine çêkirin wê bibin hedef û got, "Em ê tesîsên nukleerî yên binê erdê yên li Îranê, nemaze yên di bin Çiyayê Axê de, hilweşînin."

Trump herwiha rejîma Îranê hedef girt û got, "Ez bawer nakim ku rejîma Îranê bi aqilane difikire. Me avahiya yekem hilweşand, paşê me ya duyemîn bêbandor kir û me nêzîkî 25 ji sedî ji vê pergalê ji holê rakir."

Trump herwiha îdîa kir, "Doh bi Îranê re lihevkirinek me ji sedî ji sed hebû. Lê ji nişkê ve telefonek ji wan hat û ji odeya civînê derketin. Ger Îran çekên nukleerî bistîne, ew ê di nav rojekê de wan bi kar bînin."

Di heman demê de, hate ragihandin ku Trump di nameyek bi dîroka 10ê Tîrmehê de bi fermî ji Kongreyê re ragihandiye ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê di 7ê Tîrmehê de dest pê kirine.

Di nameyê de tekez kir ku Hêzên Çekdar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê amade ne ku gavên leşkerî yên din ên ku pêwîst têne dîtin bavêjin ger gefên li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevalbendên wê berdewam bikin. Hat destnîşankirin ku ev agahdarî di çarçoveya mecbûriyeta agahdarkirina Kongreyê de li gorî Qanûna Hêzên Şer a 1973an hatiye kirin.