PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê ragihand ku operasyona leşkerî ya li dijî Venezûelayê bi serkeftî bi dawî bûye. Trump eşkere kir ku piştî êrîşên berfireh ên li ser paytext Karakasê, Serokê Venezûelayê Nicolás Maduro û jina wî Cilia Flores ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine girtin û ji welêt hatine derxistin. Serokê Amerîkayê ev operasyon wekî serkeftineke mezin pênase kir û got ku hûrguliyên zêdetir dê di demek nêz de bên parvekirin.
Vê daxuyaniyê piştî bombebaranên dijwar ên li ser navendên leşkerî û mala Wezîrê Parastinê yê Venezûelayê hat, ku tê de binesaziya parastinê ya welat bi temamî hatibû seqetkirin. Trump her wiha diyar kir ku ew ê îro saet 11:00ê sibê li rezê xwe yê Mar-a-Lago civîneke çapemeniyê ya girîng li ser vê mijarê li dar bixe. Ev daxuyanî nîşan dide ku guherîneke radîkal di desthilatdariya Venezûelayê de pêk hatiye.
Dema ku Trump serkeftina operasyonê radigihîne, li paytext Karakasê dengê teqînan û liv û tevgera balafirên şer hîn jî berdewam dikin. Tevî ku hikûmeta Venezûelayê di saetên sibê de soz dabû ku dê bersiveke tund bide, daxuyaniya herî dawî ya ji Washingtonê nîşan dide ku navenda biryardanê ya Venezûelayê bi temamî ketiye destê hêzên Amerîkî. Çarenûsa Maduro û pêşeroja siyasî ya welat niha di rojeva sereke ya cîhanê de ye.