Trump: Naxwazim Sanders zêde derkeve pês medyayê

Trump: Naxwazim Sanders zêde derkeve pês medyayê

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twitterê îdia kir ku wî ferman daye Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders kêmtir derkeve pêşberî medyayê, ji ber ku medya gotinên wê nerast dide.

Trump li ser Twitterê got, “Êdî derneketina zêde ya Sarah Sanders ‘podyûmê’ medya ye. Medya gotinên wê qeba û çewt didin. Min jê re got ku bila xwe nexe zorê. Ji xwe her çi be derdikeve derve. Gelekên wan dê ti carî me rast û adil nedin. Nûçeyên derew.”

Trump ji roja hatiye ser kar ve di serî de CNN hemû medyaya lîberal a Amerîkayê wekî ‘nûçeyên derew’ pênase dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin