PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump dilxweşiya xwe ya derbarê "Peymana Parastina Hevbeş a Mekeyê" ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin, nîşan da û pîrozbahî li hersê welatan kir.
Trump li ser Truth Socialê peyamek belav kir û got, ev gava mezin, wêrek û girîng a îmzekirina vê peymanê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemmed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ve li bajarê Mekeyê pêk hatiye.
Hatibû ragihandin ku armanca vê peymanê yekkirina şiyanên parastinê yên van her sê welatan û beşdarîkirina di aştî û ewlehiya herêmî de ye.
Di çarçoveya peymanê de hatiye destnîşankirin ku her êrîşeke ser yek ji van welatan dê wekî êrîşa ser hemû aliyan bê qebûlkirin ku ev rêzikname li ser bingeha mafê parastina rewa ya xala 51ê ya Chartê ya Neteweyên Yekbûyî hataye avakirin ango ti welatekî bi taybetî nake hedef û parastina ewlehiya hevbeş dike bingeh.