Trump wêneyê Nicolas Maduro yê di keştiya şer de belav kir

Dîroka Weşanê :
Trump wêneyê Nicolas Maduro yê di keştiya şer de belav kir

PeyamaKurd – Wêneyê serokê Venezulayê yê Nicolas Maduro ku DYA bi operasyonekî leşkerî ew girt û bir keştiya şer ya Amerîkayê, hat weşandin. Di wêne de dest û çavên Maduro girtîne.

Wêne ji aliyê serokê DYAyê Trump de hat belavkirin. Trump ragihand ku wê Maduro bibin New Yorkê û Maduro bi hevjîna xwe ve li wê derê bê darizandin.

Trump got ku li New Yorkê di derbarê Maduro û jina wî de sûcdarkirina wan heye û dê ew bibin wê derê. Trump got:

“Niha di keştiyê de ne û ew tînin New Yorkê. Bi helîkopterê ew birin keştiyê.”