PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Doald Trump ragihand ku bi sedema Îranê Buhira Hurmizê girtiye, dê gelek welat keştiyên şer bişînin herêmê. Trump got:
“Di wexteka kurt de wê Buhira Hurmizê bikin ciyekî bi ewle, azad û vekirî. Wê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi zêdayî şerîda peravê bombe bike û tekne û keştiyên Îranê daîmî noqav bike.”
Trump, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku temamê şiyanên Îranê yên leşkerî ji ortê rakirine. Trump got ku welatên ji girtina Buhira Hurmizê zerarê dîne, ji bo Hurmizê vekin, wê keştiyên şer bişînin deverê û dewam kir:
“Me şiyanên leşkerî yên Îranê %100 ji artê rakiriye. Lê her çendîn ew têk çûbin jî dikarin dronekî an 2 dronan bişînin, mayînan deynin û fuzeyên menzîla wan kurt bavêjin.
Hêvî dikim ku Çîn, Japonya, Kore ya Başûr, Îngîltere û welatên ku ji girtina Hurmizê bandorê dîne, keştiyan bişînin herêmê. Bi vî rengî ew welatê ku têk çûye êdî nikare bibe tehdîd.”